Zîlan Dêrsîm

Her berxwedanekê navek û wateyeke wê ya dîrokî heye. Berxwedana heval Axîn jî bi Bêrîtanbûnê re gihîştiye armanca xwe û bûye destanek.

Heval Evîn Baksî (Axîn), di wan rojên ku rengên payîzê yên zer ber bi tunebûnê ve diçûn de, wekî zaroka dawî ya malbateke welatparêz, li navçeya Kozluk a Batmanê hat dinyayê. Ew her çend bibe zaroka dawî ya dayika xwe jî, dê ewê biba gula azadiyê ya welatê xwe.

Axîn dê biba ronahiya patîkayên ku şopa wan nehatiye şopandin, biba gerîlaya efsaneyî ya çiyan; dê biba tirsa dilê dijminê xwe ku di şev bi bêdengî de di kemînê de li benda wan bû, dê biba dawiya mejiyê zihniyeta serdest a mêr a hezarên salan. Dê tola jinên ku dema xwedawendên pîroz bûn hatibûn kolekirin hilde, dê biba parêzvana mafên bindestan ên feqîr, dê mafê karker û kedkarên ku bi hezar dilopên xwedana eniyê parçeyek nan bi dest dixistin bistîne û dê biba eniya berxwedanê ya gelê Kurd ê ku di dirêjahiya dîrokê de rastî mêtingeriyê hatibû, ziman û çanda wî hatibû qedexekirin û di komkujî û qirkeriyan de derbas bibû.

Şehîd Axîn, wekî ferdekî malbata Baksî ya ku bi welatparêziya xwe tê naskirin, li Batmanê tê dinyayê. Malbata wê, di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de her tim xwedî kedên girîng bûye û bi feda kirina berdelan, erkên xwe yên welatparêziyê yên ku berdelên mezin dane gelê Kurd bi cih aniye.

Bi Felsefeya Jiyaneke Nû re Dibe Nas

Axîn a ku ji malbateke wiha welatparêz û berdêldayî tê, 12 salan di dibistanên pergalê de dixwîne. Lê belê ji ber hişmendiya azadiyê ya ku ji malbata xwe girtiye, dibistana dewletê terk dike û di nav xebatên ciwanên şoreşger û welatparêz de cih digire. Axîn ku demeke dirêj di van xebatan de cih girt, Tevgera Apoyî baştir nas dike û jê fam dike. Ew her roj tempoya têkoşîna xwe bilind dike û dibe pêşeng ku gelek ciwan ji pergalê qut bibin, tevgerê nas bikin û tevlî qadên azadiyê bibin. Ji ber ku zarokatiya wê di nav hawiyeke hem feodal hem jî welatparêz de derbas dibe, jiyana Axîn her tim di nav lêgerîn û lêpirsînekê de derbas dibe. Di heman demê de ev serdem, serdemeke wiha ye ku pergala kapîtalîst gihîştiye lûtkeyê û dijmin şerekî derûnî (psîkolojîk) ê giran dimeşîne. Li gel vê yekê, rûniştina wê ya li bajarekî Kurdistanê û jinbûna wê, dê bibin sedemên herî mezin ku Axîn li dijî vê pergalê serî hilde.

“Ez Dixwazim di Deryaya PKK’ê de Bibim Dilopek Av”

Axîn a ku felsefeya azadiya jinê ya Rêber Apo nas dike û di bin bandora wê de dimîne, wekî jineke ronakbîr, her ku di felsefeya azadiyê ya Apoyî de kûr dibe, hîs dike ku ew azad dibe. Ji ber vê yekê Axîn hê bêtir dixwîne, lêkolîn dike û difikire ku heta ji pergala kapîtalîst a ku tê de ye qut nebe nikare azad bibe, ji ber wê dikeve nav lêgerîna jiyaneke alternatîf. Ew bawer dike ku ev yek tenê bi tevlîbûna refên gerîla yên li çiyayên Kurdistanê pêkan e û di vê wateyê de dikeve pêvajoyeke kûr a lêhûrbûnê. Piştî ku çeteyên DAÎŞ’ê bi piştgiriya dewleta Tirk êrîşî gelê me yê li Rojava kirin û dest bi komkujiyan kirin, ew bawer dike ku divê berpirsiyariyên xwe yên li hemberî gelê me bi cih bîne. Axîn a ku digot, “Ez dixwazim di deryaya PKK’ê de bibim dilopek av,” li ser bingeha wê hûrbûna ku berê jiya bû, biryara tevlîbûna refên gerîla dide û di sala 2014’an de rûyê xwe dizivirîne çiyayên Kurdistanê.

Gelo tu hatî ey rukena min, nêrîn asî û berfîna min?

Gelo tu hatî ey xwedawenda min a ku berxwedan û hêviya jêbirî ya sedsalan geş dike?

Gelo tu hatî ey a ku bi şer xwestiye xweşikbûnê bike rêgeza xwe?

Gelo tu hatî ey a ku ji deryayên windabûyî tamê ji gula azadiyê distîne?

Bi xêr hatî…

Bi xêr hatî ey a ku mîna avê pîroz û ezîz e,

Ey a ku mîna rojê pîroz e,

Ey a ku mîna zinaran bi hêz e, mîna axê bêsînor û bêdawî ye,

Bi xêr hatî dîroka min a jina ku dibe nemir, bi xêr hatî.

Xwedî Seknekî Rêgezî ye

Axîn, sepanên qirker û kujer ên li dijî jina Kurd di kûrahiya dilê xwe de jiya bû. Bi vê hişmendiyê, ew hîn di salên lêgerîna avakirina mîsyoneke nû ji bo jiyana xwe de ye. Hîn di temenê xwe yê ciwaniyê de, aliyên wê yên lêpirsîner û hişmendiya wê ya li ser pergalê, dê wê veguherînin kesayetiyeke têkoşer û şoreşger. Ew êdî ketiye nav têkoşîna bersivdayîna wê bandora bi hezarên salan a ku kujerê sîstema kastîk di civakê û di jinê de ava kiriye. Ew lêpirsîna li ser kesayetiya lîberal û klasîk a ku vê pergalê di kesayeta wê de ava kiriye dike herdemî, û bi kesayetiya jina pêşeng a ku dê bimeşîne re, di serî de ji bo jinan, ji bo hemû beşên civakê parvekirina rexnedayînê pêşkêş dike. Axîn tevî ku di bihara temenê xwe de ye jî, xwedî hişmendî û dilekî wihaye ku di gerdûna mezin de bi cih nabe. Ew bi pîvanên welatparêziyê yên ku ji malbata xwe girtiye re, kariye bibe kesayetiyeke evîndar û dilsozê ziman, çand, nasname û rêgeza jinbûna xwe.

Axîn a ku di havîna germ û sotiner ya sala 2014'an de li çiyayên Kurdistanê êdî hêjayî navê gerîlatiyê hat dîtin, bi saya tevlîbûna xwe ya bi daxwaz û biryardar a di jiyanê de, di demeke kurt de hînî hawirdora çiyê bû; bû xwedî kesayetiyeke pir durust, samîmî, wêrek û fedaî. Êdî pêvajoyên ku lêpirsînên kesane kûr dibin dest pê kirine; rola ku di nav malbata ku wekî dewleteke piçûk e de ji jinê re tê birîn, rastiya civakê ya di nav pergala kapîtalîst de, bandora neyînî ya fêmkirina Îslamê ya ku dînên yek-xwedayî di jinê û civakê de afirandiye, veguherîna rastiya xwezaya civakî ber bi pergala kastîk ve, kûrbûna polîtîkayên zext û mêtingeriyê yên li ser gelê Kurd û berdewamiya pergala tecrîda Îmraliyê ya li ser Rêbertî, her tim di Axîn de hişmendiya lêpirsîn û bersivbûnê afirandiye. Di vê wateyê de, di nav tevlîbûna wê de kesayetiyeke pir biîstîkrar û bi hêrs tê avakirin.

“Divê Em Şitilên ku Rêbertiyê Ji Bo Jinê Çandine bi Evîn û Kedê Mezin Bikin”

Di heman demê de wê xwest ku têkoşîna azadiya jinê jî fêm bike û di vê mijarê de lêhûrbûnên girîng jiya. Di demeke pir kurt de, gihîşt vê hişmendiya ku rêgeza azadîxwaziya jinê û ekolojîk wekî bingeha xwe qebûl dike. Axîn, ew jina ciwan û asî ya ku digot: “Divê em şitilên ku Rêbertiyê li ser jinê çandine bi evîn û kedê mezin bikin,” hevalên xwe vedixwîne hişmendiya Rêbertiyê û mîsogerkirina azadiya wî ya fîzîkî. Di heman demê de, balê dikişîne ser girîngiya jinê ya di dîrokê de û destnîşan dike ku divê têkoşîna zayendî were bilindkirin. Azadbûna jinê ya ku keda Rêbertiyê ye, ji bo wê yek ji erkên herî bingehîn e. Ew wekê navê xwe Evîn e; kesek e ku evîndara Rêbertiyê, zayenda xwe, têkoşîna xwe û jiyanê ye. Ew her çend kesayetiyeke pir mutewazî û kedkar be jî, jineke Kurd e ku evîndara xweza û welat e.

Di dirêjahiya dîroka mirovahiyê de, dibistanên dewletê wekî amûrê herî bibandor ê di qutkirina kes ji nirxên xwe yên cewherî, veguherîna wî ber bi antî-civakê ve û asîmîlekirina wî de, bandoreke mezin li ser kesan afirandiye. Heval Axîn jî bi vê hişmendiyê re, hemû bandorên ku pergalê li ser wê çêkirine, bi evîna Rêbertiyê û hevaltiyê re şewitandiye û kiriye xwelî. Ew bi hayjêbûna kesayetiya xwe ya zana re, tevahiya hebûna xwe diyarî refên têkoşînê kiriye. Têgîna dem û mekan ji bo wê bûye rêgezek, û ji qonaxa yekemîn a perwerdehiya ku di nav têkoşînê de girtiye ve, ketiye nav kelecana derbasbûna pratîkê. Axîn a ku di serdemê perwerdehiyê de bi kesayetiya xwe ya kedkar, fedaî û durust bû mînak ji hevalên xwe re, perwerdehiyên xwe bi serkeftî qedand û bi israr xwest ku derbasî Zagrosan bibe, ange wê qada ku xaltîka wê, Şehîd Doktor Cîhan tê de têkoşîn dimeşand.

Dibe Gerîlayeke YJA Starê ya Evîndara Zagrosan

Heval Axîn a ku bîryardar û di pratîkê de biîsrar bû, yekemîn pratîka xwe ya gerîlatiyê bi derbasbûna Zagrosan pêk tîne. Ew êdî jiyana gerîlatiyê ya ku xeyala wê dikir, bi xwe bi zindî bi cih tîne û dike pratîk. Ew ji bo ku tiştên di perwerdehiya li ser bingeha îdeolojiya Rêber Apo û rêgeza rizgarîxwaziya jinê girtine bixe nav jiyanê, dikeve nav hewldaneke mezin û bi saya fedakarî û dilsoziya xwe, di demeke kurt de bala hevalên xwe dikişîne ser xwe. Ew ji gava yekem ve bi sekin û tevlîbûna xwe ya ku hurmetê çêdike, dibe gerîlayeke mînak a YJA Starê û bi girtina ezmûnên pratîkî yên hevalên xwe re, gavên girîng diavêje.

“Armanca Min Ew e ku Ez Bim Şopdara Bêrîtanan”

Piştî ku dewleta Tirk bi sala 2015’an re êrîşên xwe yên li ser gerîla û gelê Kurd hê bêtir berfireh kir û domand, Axîn kariye cihê xwe di nav çeperên berxwedanê de bigire. Axîn a ku evîndara çiyan bû û tola bi hezarên salan her kêlî di nav xwe de mezin dikir, tevlîbûneke bîryardar û biangaşt ji vê pêvajoya dijwar re peyda kir. Bi taybetî heval Axîn a ku bi sala 2016'an re di pêngavên şoreşgerî yên li Zagrosan de cih girt, bû kesayetiyeke wiha ku di pêvajoya şer de hemû erk û berpirsiyariyên li ser milê xwe bi serkeftî bi cih anîn. Ewê li gel avantajên ku jineke mîlîtan e, bi haybûna mîsyona xwe ya pêşengiyê re, ev yek di qada şer de bi rûmetî bi cih anî.

Axîn a ku tevlî gelek çalakî û operasyonên şoreşgerî yên li dijî artêşa Tirk a dagirker bû û hêrsa ku bi salan di dilê xwe de kom kiribû kir pratîk, bextewariya pêkanîna yek ji armancên xwe yên herî mezin jiya. Heval Axîn a dilwêrek û şopdara Bêrîtanan, di rojnivîsa xwe wiha diyar dikir ku yek ji xisletên wê ber bi azadiyê ve biriye ev e: “Yek ji sedemên herî girîng ên tevlîbûna min, azadiya Rêbertiyê û bûnê şopdara Bêrîtanan e.”

Axîn a ku kariye bibe jineke ku jiyana xwe watedar dike, bi serkeftina nûnertiya kesayetiya jina azad di nav xwe de temsîl kir. Dema ku ewê bi awayek kelecan tekoşîna azadiyê dida di êrîşeke dijmin a ku li qada Şûkê ya girêdayî herêma Cîlo hatibû kirin de, tevî hevalên xwe yên li gel xwe gihîşt şehadetê. Ew di dema ku bi xeyala dîtin û azadkirina Rêbertiyê jiya û bû nemir; êdî weke mîlîtaneke xwedî ruhê Bêrîtan a ku li çiyayên azad ên Kurdistanê tîlîliyan dikişîne, tama azadiya bêdawî çandiye.